Li Diyarbekirê ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî şitlên daran hatin çandin

Dezgehê Xêrxwazî ya Barzanî, bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Nemir Mela Mistefa Barzanî şitlên daran li Diyarbekirê çandin.
Karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Diyarbekirê şitlên dara zeytûnê çandin, wêne: Îhsan Yalin / K24
Karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Diyarbekirê şitlên dara zeytûnê çandin, wêne: Îhsan Yalin / K24

Diyarbekir (K24) – Dezgehê Xêrxwazî ya Barzanî, bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Nemir Mela Mistefa Barzanî şitlên daran li Diyarbekirê çandin.

Ji roja yekem a erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarên ku ji ber erdhejê zirar û ziyan dîtine, xebatên xwe yên alîkariyê didomîne, herwiha li Diyarbekirê jî, ji bo ziyandîtiyên erdhejê û malbatên hejar, di pêşkêşkirina xwarinên germ de berdewam e.

Karmendên dezgehê, bi boneya 120emîn salvegera jidayîkbûna Nemir Mela Mistefa Barzanî, li Diyarbekirê ji zarokan re pêlîstok û şêniyên taxekê re jî gul belav kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî, darên zeytûnan jî çandin.

Karmendên dezgehê ji Kurdistan24ê re ragihandin ku ew ê alîkariyên xwe bidomînin û bi taybetî di meha Remezanê de ji bo malbatên hejar, xwarina fitarê bidin.

Şêniyên taxa Seyrantepe diyar kirin ku ew ji alîkariyên dezgehê kêfxweş in û ew hêvî dikin ku alîkariyên wan berdewam bin.

BCF
BCF
BCF