Îşev kanala Kurdistan24 Documentary dest bi weşanê dike

Hewlêr (K24) – Îşev di demjimêr 21:00ê de kanala navxwe ya Kurdistan24 Documentary tê vekirin û bi awayekî berdewam (24 demjimêr) weşanê dike.

Weşana kanala Kurdistan24 Documentary li ser amûrên "MyTv Plus, Mix Med, Istar, Family Box, HD Box" tê temaşekirin.

Beriya niha, Rêveberê Beşa Belgefîlman a Kurdistan24ê Serwer Mihyedîn li ser vekirina kanala navxwe ya belgefîlman ragihandibû: “Cihê vala yê sînema bi awayekî giştî û belgefîlman bi taybetî, di nav cîhana medyayî ya Kurdî de gelek diyar e, loma em dixwazin bi rêya vekirina vê kanalê, vê valahiyê dagirin û belgefîlmên baş û bi kalîteya bilind, veguhezînin mala hemû Kurdan.”

Serwer Mihyedîn diyar kiribû: “Kanala Kurdistan24 Documantary kanalek ji bo hemû kesan kesan e ku di warê belgefîlman de kar dikin û her kesekî ku beriya niha li ser belgefîlman xebitîne, dikarin pêwendî bikin û belgefîlmên xwe ji me re bişînin.”