Ji bo 12 bajarên Bakur civîna ewlehiya hilbijartinan hat lidarxistin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartinan wek fermî dest pê kir. Ewlehiya vê pêvajoyê û parastina ewlehiya dengên welatiyan jî, pêngava destpêkê û serekî ye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartinan wek fermî dest pê kir. Ewlehiya vê pêvajoyê û parastina ewlehiya dengên welatiyan jî, pêngava destpêkê û serekî ye. Hem Rayedarên Tirkiyê û hem jî mafparêz, balê kişandin li ser girîngiya bi awayekî ewle birêvçûna pêvajoya bangeşî, dengdayîn û jimartina dengan di pêvajoya hilbijartinan de.

Cîgirê Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Mehmet Ersoy û parêzgarên 12 bajarên Bakurê Kurdistanê, li Diyarbekirê civîna ewlehiya pêvajoya hilbijartinan lidar xistin.

Mehmet Ersoy ragihand ku dê hem ji bo bi awayekî ewle pêvajoya xebatên bangeşiyê birêve biçin, welatî bikarin bi awayekî ewle dengên xwe bi kar bînin û dengên ku hatine bikaranîn bi bi ewle bên parastin û jimartin, hem jî dê ewlehiya azadiya derbirînê ya siyasetmedar û welatiyan bidin.

Ersoy diyar kir: “Tirkiye di warê ewlehiya pêvajoyên hilbijartinan de bi tecrube ye û emê di van hilbijartinan de jî înşelah azmûneke baş û serkeftî bidin. Di vê pêvajoyê de, dê 601 hezar 250 hêzên ewlehiyê, bêyî ku betlane bikin, ji bo ewlehiya hilbijartinan peywirdarbin. Em ê hem bergiriyên ewlehî bistînin, hem jî ji bo azadiya derbîrina boçûnan hemû tevdîran werbigirin.”

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihandibû dê li 11 bajarên ber erdhejan ketine, kesên ku navnîşanên wan guherîne dê bikarin li her ciyê ku wek navnîşan nîşan bidin dengên xwe bikar bînin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren jî da zanîn ku ewlehiya hilbijartin, sindoq û dengan girîng e û ew ê jî wek Baro, bi peywirdarên xwe pêvajoyê bişopînin.

Nahît Eren ji K24ê re diyar kir: “Tiştê ku heye hêj gelek kes li Tirkiyê di bin enqazan de ye. Tiştê ku heye kesên ku canê xwe jidest dane, qeyda wan hêj piştrast nehatiye kirin. Ji ber vê yêkê divê ew qeyd bên sererastkirin da ku tu kes di ciyê wan de deng bi kar neyne. Pirsigirêka mezin niha ev e, çend kesan jiyana xwe jidest dane divê bên piştrast kirin û ji lîsteyên hilbijartinê bên derxistin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinan re ewlehiya hilbijartinan jî mijara serekî ye. Mafparêz û hiqûqnas mafên ku ji bo welatiyên deverên erdhijan hatine dayîn erênî dibînin. Lê balê dikşînin ku hêj hêjmara rastî ya cangoriya nayê zanîn û ev jî ciyê gumanê ye.