Haaland Manchester City ber bi çarîk-fînala Champions League ve dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Manchester City serketineke mezin li hember mêvana xwe ya Almanî Leipzig bi encama (7 - 0) tomar kir û derbasî qonaxa çarîk-fînala Champions League ya Ewropî bû.

Şeva gera vegerê ya qonaxa (16) a Champions League Manchester City li stadyuma Al-Ittihad mêvandariya tîma Leipzig kir û bi encama (7 - 0) bi ser ket.

Stêrkê Norwêcî Erling Haaland (5) gol di xulekên (22, 24, 45, 53, 57) tomar kirin. Her wiha hevkarên wî Gundogan û Kevin De Bruyne jî du gol di xulekên (49, 90) ji temenê lîstkê tomar kirin.

Haaland bi tomarkirina (5) galan bi temenê xwe yê 22 sal û 236 rojan, bû lîstikvanê herî ciwan ê ku di Champions League de 30 golan tomar dike, bi vê yekê jî rekora ku bi navê yarîzanê Fransî Kylian Mbappe, stêrka Paris Saint-Germain hatibû tomarkirin şikand ku wî heman hejmara golan di temenê 22 sal û 352 rojan de tomar kiribû.

Manchester City di pêşbirka gera çûnê de ku roja Çarşemê 22ê Sibatê li stadyuma Red Bull Arena li Leipzig hatibû lîstin, bi encama (1 - 1) bi Leipzig re wekhev mabû.