Li Mereşê bi hêza 4 pileyan erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand, erdhejeke bi hêza 4 pileyan li navçeya Nurhaka Mereşê rû da.

Li gor agahiya ku li ser malpera AFADê hatiye diyarkirin, erdhej 7.72 kîlometre di bin erdê de çêbûye

Duhî li Mereşa navçeya Çaglayancerît a Mereşê bi hêza 4.9 erdhejek rû da. Hat diyarkirin ku erdhej 5.34 kîlometro di bin erdê da çêbû.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên wêranker ên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn, ji wê demê ve zêdetir ji 17 hezar paşlerzeyan çêbûne.