Li Rihayê lehî: 5 kesan canê xwe ji dest dan

Riha - Wêne: İHA
Riha - Wêne: İHA

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Rihayê û Semsûrê lehî rabû û 5 kesan canê xwe ji dest dan û 10 welatî jî winda ne.

Piştî karesata erdhejê, vê carê karesata lehiyê li bajarên Rihayê û Semsûrê yên bakurê Kurdistanê rû daye. Li gor zanyariyan, herî kêm pênç welatiyan canê xwe ji dest dane û 10 welatî jî winda ne ku du ji wan ji tîmên agirkûj in.

Derbarê karesatê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu eşkere kir, avê konteynira malbatekê ku zirarmendên erdhejê bûn biriye. Ji malbata çar kesî, sê kes winda ne û kesek jî canê xwe ji dest daye.