Li Semsûr û Rihayê karesata lehiyê: 13 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarên Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabûn û heta niha 13 kesan canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û heta niha 13 kesan canê xwe ji dest dan.

Barana bihêz a ku li herêma erdhejê dibare, bû sedema rabûna lehiyê.

Li bajarê Semsûrê kontetnera ku li baxçeyekî bû, kete ber lehiyê û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Rihayê, 11 kesên ku li ber lehiyê ketin, jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Tandogan, di qata jêrzemîn a avahiya Yavuzlar, termên 5 kesan hatin dîtin. Li ser agahdarkirinê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê gihîştin avahiyê û termên 5 kesên hatin derxistin ku welatiyên Sûriyê ne, termên wan ji bo otopsiyê bo Tiba Dadî hatin veguhestin.

Herwiha ji ber barana ku ji duh êvarê ve dest pê kiriye, li nav bajarê Rihayê lehî rabû û termên 6 kesan ji nav lehiyê hatin derxistin.