Iraqê jinavbirina veşargeheke DAIŞê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Iraqê jinavbirina veşargeheke DAIŞê di êrîşeke asmanî de li sînorê parêzgeha Selahedîn ragihand.

Wezareta Berevanî ya Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, bi rêya F16an, êrîşeke asmanî li ser binke û pêgehên çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahedîn encam dane.

Herwiha hat eşkerekirin ku êrîş li rojhilatê navçeya Amirlî ya ser bi parêzgeha Selahedîn hatiye encamdan û veşargeha çekdarên DAIŞê bi temamî wêran kirine. Di daxuyaniyê de amaje bi ziyanên êrîşê nehatiye kirin.