Li Duhokê helîkopterek kete xwarê
Duhok (K24) – Li gundê Bêrkiyanê yê li çiyayê Xêrê yê li parêzgeha Duhokê helîkopterek kete xwarê û hemû stafa helîkopterê canê xwe ji dest dane.
Jêderek ji Peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, îşev helîkopterek ku li gor gotina wî, helîkoptereke leşkerî bûye, li nêzîkî kampa kompaniya petrolê ya li çiyayê Xêrê, li sînorê gundê Bêrkiyanê ketiye xwarê û hemû stafa helîkopterê canê xwe ji dest dane.
Her çiqas wî jêderî diyar kir ku helîkopter 50 metre li dûrî kampa kompaniyê ketiye xwarê û termên du kesan dîtine, lê li gor zanyariyan, stafa helîkopterê ji 5 heta 7 kesan pêk hatiye û hemûyan canê xwe ji dest dane û heta niha jî ti zanyariyek li ser wê yekê tune ye ku gelo ew helîkoptereke Tirkiyê ye, an helîkoptera kompaniya petrolê ye, herwiha sedema ketina helîkopterê jî nayê zanîn.
Devera ku helîkopter ketiye xwarê, devereke sînorî ye û gelek ji wan deveran ji ber şerê Tirkiye û PKKê hatine valakirin.