Serokên Hevpeymaniya Miletê serdana Rihayê kirin

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê Hevpeymaniya Miletê yê ji bo Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu serdana Rihayê kir ku karesata lehiyê li wî bajarî rûdaye.
Riha
Riha

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û namzedê Hevpeymaniya Miletê yê ji bo Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu serdana Rihayê kir ku karesata lehiyê li wî bajarî rûdaye.

Kemal Kiliçdaroglu tevî Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu û Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener, serdana bajarê Rihayê kirin.

Kiliçdaroglu li Rihayê ji rojnamevanan re ragihand, li bajarê Rihayê bila ti kes xwe bi tenê hîs neke û got: “Gelek pirsgirêk hene, em dizanin. Baca pirsgirêkên giran welatiyên asayî didin, em vê yekê jî dizanin. Mirovan canê xwe ji dest dan, em vê jî dizanin, dibînin, dixwînin û guhdarî dikin.”

Serokê CHPê diyar kir ku eger welat bi awayekî baş were birêvebirin, li hember karesatên sirûştî, bajarên bihêz dê werin avakirin û got: “Em ê hemû van pirsgirêkan çareser bikin. Bila ti kes xwe bêhêvî neke, em ê hemûyan çareser bikin, bi têgihiştineke nû, bi guhertina zîhniyetê.”

Îro li bajarên Semsûr û Riha yên Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û heta niha 13 kesan canê xwe ji dest dan.

Barana bihêz a ku li herêma erdhejê dibare, bû sedema rabûna lehiyê. Li bajarê Semsûrê konteynera ku li baxçeyekî bû, kete ber lehiyê û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li bajarê Rihayê, 11 kesên ku li ber lehiyê ketin, jiyana xwe ji dest dan. Li taxa Tandogan, di qata jêrzemîn a avahiya Yavuzlar, termên 5 kesan hatin dîtin. Li ser agahdarkirinê, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê gihîştin avahiyê û termên 5 kesên hatin derxistin ku welatiyên Sûriyê ne, termên wan ji bo otopsiyê bo Tiba Dadî hatin veguhestin.

Herwiha ji ber barana ku ji duh êvarê ve dest pê kiriye, li nav bajarê Rihayê lehî rabû û termên 6 kesan ji nav lehiyê hatin derxistin.