Dijeterora Kurdistanê: Helîkoptera li Duhokê ketibû xwarê çend çekdarên PKKê tê de bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterora Kurdistanê ragihand, şeva borî 15.03.2023ê helîkopterek li nêzîkî gundê Bêrkiyat ê navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve ket xwarê û di encamê de hemû kesên tê de canê xwe ji dest dan.

Dijeterora Kurdistanê diyar kir, Derbarê ketina wê helkopterê de aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendî bi hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Tirkiyê re kirin, lê wan gotiye, ew helîkopter ne ya wan e.

Di daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê de hatiye, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kirine û di lêkolînên destpêkê de derketiye holê ku ew helîkopter ji cureya Eurocopter AS350 bûye û çend kesên ku tî de bûn û canê xwe ji dest dane, çekdarên PKKê bûne. Ji bo berhevkirina agahiyên temam ên derbarê helîkopterê de lêkolîn berdewam bikin.

Li gor zanyariyên K24ê, di helîkopterê de 5 heta 7 kes hebûn û cihê ketina firokeyê jî navçeyeke sînorî ye ku ji ber şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de, gelek gund li wan deveran vala bûne.