Erdhejekê Îran hejand: Tîmên pêwendîdar bo navçeyê hatin veguhestin

Li bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava ya li bakurê rojavayê Îranê erdhejeke bi hêza 5 pile rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava ya li bakurê rojavayê Îranê erdhejeke bi hêza 5 pile rûda.

Li gor zanyariyên Navenda Erdhejnasiyê ya Niştimanî ya Îranê, di demjimêr 15:17 xulekan de erdhejeke bi hêza 5 pile li bajarê Xoyê rûda.

Hat eşkerekirin ku erdhej di kûrahiya 16 kîlometreyan de qewimiye.

Rêveberê Giştî yê Şaxa Azerbaycana Rojava ya Heyva Sor a Îranê Hamîd Mehbûbî ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, piştî erdhejê tîmên pêwendîdar bo navçeyê hatine veguhestin û piştre dê derbarê ziyanên erdhejê de daxuyaniyekê belav bikin.

Roja 28ê Çileyê erdhejekê bi hêza 5.8 li bajarê Xoyê rûdabû û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û hezar û 167 kes jî birîndar bûbûn.