Li Rihayê Gola Masiyan di bin lehiyê de ma

Li gorî ragihandina rayedaran, masiyên golê di lêhiyê de daketin binê golê û xwe parastin.
kurdistan24.net

Riha (K24) - Li Rihayê Gola Xelîlûrehman ango Gola Masiyan jî ku yek ji sembolên bajêr in di bin lêhiyê de ma. Li gorî ragihandina rayedaran, masiyên golê di lêhiyê de daketin binê golê û xwe parastin. Ji aliyê din rêjeya oksîjena ava golê hat pîvan û hat ragihandin ku rêjeya oksîjenê baş e. Ava golê tê paqijkirin û dê dîsa ji bo serdana geştyaran were vekirin.

Gola Xelîlûlrehman ango Gola Masiyan ya Rihayê yek ji sembolên bajêr in. Di lêhiya 14ê Adarê de av û lîma li bajêr bi ser de golê de jî avêt. Li gorî ragihandina rayedaran; beşek ji masî ji vir hatin derxistin û beşekê jî  xwe ji ava şêlû parastine û daketine binê golê. Xebatên paqijkirina ava golê berdewam dikin. Welatiyan gotin ku ev pêncî sal in wan bûyereke bi vî rengî nedîtibûn.

Welatiyê bi navê Ahmed Yaman ji K24ê re diyar kir: “Ez 58 salî me, min heta niha bûyereke bi vî rengî nedîtibû. Ev afad e, emre Îlahî ye; lê belê ji ber ku binesazî tune bû av tengijî.  Ji ber çar rojan jî tijî golê masî bûn lê niha ava çiya û derdorê hatiye û gol tejî bûye. Ev der meqamê Hezretî Îbrahîm e, rojane bi hezaran kes dihat serdana vê derê dikir.”

Masiyên di golê de ne niha serav nabin lê rayedar dibêjin; dema ku av hate paqijkirin dê masî dîsa derkevin ser avê. Li gorî ragihandina welatiyan di erheja 6ê Sibata 2023an de jî masî tirsiyan û çend rojekê ji binê golê derneketin.  Gola Xelîlûrehman, di heman demê de yek ji cihên geştyarî yên bajar in. Bi salan e ji navxwe û derveyê welat salane bi hezaran geştyar serdana golê dikin.

Welatiyê bi navê Abdulqadir Canli ji K24ê re diyar kir: “Ez 56 salî me min heta niha tiştekî wisa nedîtibû. Tenê di erdhej û lêhiyê de wisa bû. Min heta niha tiştek wisa nedîtiye.”

Li gorî daneyên fermî di sala 2022an de 570 hezar geştyarên xwecihî û biyanî serdana bajarê Rihayê kirine. Geştyaran herî zêde serdana vê golê kirine. Di lêhiyê de beşeke masiyan ji vir hatin derxistin û dema ku av hate paqijkirin dê dîsa masiyan berdin avê û gol dê ji bo serdan geştyaran bê vekirin.