Erdhejekê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê jî hat hîskirin.

Hewlêr (K24) – Erdhejeke bi hêza 5 pile, deverên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand. Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê jî hat hîskirin.

Rêveberê Keşnasî û Erdhejnasiyê yê Silêmaniyê Aso Kemal ji Kurdistan24ê re ragihand, erdhejekê bi hêza 5 pile navçeyên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hejand.

Aso Kemal eşkere kir ku erdhej di kûrahiya 10 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Peyamnêrê Kurdistan24ê jî ragihand, welatiyên li parêzgehên Silêmanî, Helebce û navçeya Hewramanê, erdhej hîs kirine.

Ev di demekê de ye ku îro li bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava ya li bakurê rojavayê Îranê erdhejeke bi hêza 5 pile rûda.

Li gor zanyariyên Navenda Erdhejnasiyê ya Niştimanî ya Îranê, di demjimêr 15:17 xulekan de erdhejeke bi hêza 5 pile li bajarê Xoyê rûda.

Hat eşkerekirin ku erdhej di kûrahiya 16 kîlometreyan de qewimiye.