AFAD: Ji destpêka salê ve nêzîkî 24 hezar paşlerze çêbûne

Rêveberê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Metirsiyan yê li Serokatiya AFADê Prof. Dr. Orhan Tatar ragihand, 39 roj di ser erdhejên Mereşê re derbas bûn û li cihên derveyê herêma erdhejê paşlerze û erdhejên din rûdane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Erdhej û Kêmkirina Metirsiyan yê li Serokatiya AFADê Prof. Dr. Orhan Tatar ragihand, 39 roj di ser erdhejên Mereşê re derbas bûn û li cihên derveyê herêma erdhejê paşlerze û erdhejên din rûdane.

Prof. Dr. Orhan Tatar di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Piştî erdhejên 6ê Sibatê, li herêmê nêzîkî 18 hezar paşlerze çêbûn. Piraniya wan nayên hîskirin. Lê belê hinek ji wan bû sedema tirsê. Di navbera 4 û 5 pile de 505 paşlerze qewimîn. Hejmara paşlerzeyên di navbera 5 û 6 pile de jî gihîştiye 44an.”

Tatar destnîşan kir: “Em dibînin ku di roja 39emîn de ev paşlerze hinek kêm bûne. Lê belê ev paşlerze dê demeke din jî berdewam bin. Ev paşlerze dibe ku bibin sedema hilweşîna avahiyên zirardîtî.” Herwiha eşkere kir: “Em dikarin bibêjin ku ji destpêka sala 2023an ve, 24 hezar erdhej çêbûne.”

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 49 hezar kesan canê xwe ji dest dan.