Îro li Hewlêrê Maratona Azadî û Newrozê birêve diçe

Parêzgariya Hewlêrê ragihand, di çarçoveya 13emîn Festîvala Azadî û Newrozê de, li ber Parka Şaneder, Maratona Azadî û Newrozê birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand, di çarçoveya 13emîn Festîvala Azadî û Newrozê de, li ber Parka Şaneder, Maratona Azadî û Newrozê birêve diçe.

Li gor zanyariyên malpera fermî ya Parêzgariya Hewlêrê, îro Înê 17ê Adara 2023an, di çarçoveya kar û çalakiyên 13emîn Festîvala Azadî û Newrozê de li Hewlêra paytext, di demjimêr 10:00ê de, Maratona Azadî û Newrozê li ber Parka Şaneder birêve diçe.