Koreya Bakur: Ceribandina mûşekên me ji bo neyarên me peyam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Televîzyona fermî ya Koreya Bakur ragihand, ceribandina mûşekên Pyongyang, peyama agahdarkirinê ye ji bo dijmin û neyarên wan.
Televîzyona fermî ya Koreya Bakur eşkere kiriye ku wan li Deryaya Japon mûşekeke nû ya balîstîk a dûravêj, bi awayekî serkeftî ceribandine.
Herwiha li gor televîzyona Koreya Bakur, di ceribandina mûşeka balîstîk de Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un amade bûye û ev ceribandin jî wek peyam ji bo Koreya Başûr û Amerîkayê bi nav kiriye.