Rûsya: Em ê her firokeyekê ku bo Ukraynayê bêne şandin têk bibin

Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) Dmitriy Peskov ragihand, ew ê her firokeyekê ku bo Ukraynayê bêne şandin, têk bibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) Dmitriy Peskov ragihand, ew ê her firokeyekê ku bo Ukraynayê bêne şandin, têk bibin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan behsa wê yekê kir ku şandina firokeyên şer bo Ukraynayê ti tiştekî ji rewşa şer naguherîne, çimkî dê ji aliyê Rûsyayê ve werin têkbirin.

Derbarê dirêjkirina rêkeftina dexl û danê de bi rêya Deryaya Reş ve, Berdevkê Koşka Kremlînê amaje bi wê yekê kir, Rûsyayê biryara dirêjkirina rêkeftina dexl û danê bo 60 rojên din daye.

Ev di demekê de ye ku 16ê vê mehê, Serokwezîrê Polandayê ragihand, çar firokeyên ji cûreya MIG-29 radestî Ukraynayê dikin.