Mesrûr Barzanî bo Al-Monitor: Kêşe bi reva ji berpirsyariyê çareser nabin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ligel malpera Al-Monitor ragihand, divê nakokiyên siyasî û aborî di çarçoveya Encûmena Wezîran de werin çaresekirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de ligel malpera Al-Monitor ragihand, divê nakokiyên siyasî û aborî di çarçoveya Encûmena Wezîran de werin çaresekirin, ne ku bi boykotkirina hikûmetê ji aliyê wezîrên YNKê ve.

Duh Înê 17ê Adara 2023an, malpera Al-Monitor, hevpeyvîneke taybet ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî belav kir ku tê de behsa çend dosyeyan hatiye kirin, ji wan; rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, dosyeya terorê û guherîna rewşa keşûhewayê, çend mijarên din ên girîng ên girêdayî Herêma Kurdistanê û navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînê de diyar kir ku di dosyeya terorkirina efserê Ajansa Parastin û Zanyarî / Zanyarî ya ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Hawkar Ebdullah Resûl (Hawkar Caf) de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) alîkar nebû. Herwiha diyar kir, ji bo ku bala li ser wê dosyeyê were dûrxistin, YNK kêşeyên din ên girêdayî mijara darayî û dabeşkirina desthilatê, ji qebareya xwe zêdeti mezin dike, ku ew kêşe her dem hebûne.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê YNK bala xwe bide ser çaresekirina kêşeyên siyasî û darayî di çarçoveya Encûmena Wezîran de, li şûna ku hemû kêşe tevlî hev werin kirin.

Li ser vegera tîma wezarî ta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo civînên Encûmena Wezîran, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandiye, wî bi fermî daxwaz ji tîma wezarî ya YNKê kiriye ku di dema civînên Encûmena Wezîran de vegerin hikûmetê û her nîgeraniyên xwe jî dikarin bi rêya gotûbêjan di civînên Encûmena Wezîran de çareser bikin û ji bilî gotûbêjê jî ti rêyeke din tune ye ji bo çareserkirina kêşeyan.

Mesrûr Barzanî ji malpera Al-Monitor re ragihandiye, ew hêvî dike ku tîma wezarî ya YNKê vegere hikûmetê û kêşeyan bi rêya gotûbêjan li nav Encûmena Wezîran çareser bikin.

Derbarê bandora nakokiyan li ser mijara hilbijartinan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku divê hilbijartin îsal were encamdan û nabe ti tiştek bibe sedema paşxistina hilbijartinan.

DI GOTÛBÊJÊN BUDCEYÊ DE PÊŞVEÇÛNEKE BAŞ HEYE

Derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa pêkhatina hewayeke erênî di gotûbêjên navbera herdu aliyan de kiriye, bi taybetî piştî pesenkirina budceya federalî û yekalîkirina pişka Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, pêşketinên mezin di gotûbêjên derbarê budceyê de pêk hatine, her çiqas ewê di budceyê de hatiye cîgirkirina ew nîne ku me dixwest, lê belê ligel vê yekê jî budceyeke xirab nîne û di berjwendiya hemû Iraqê de ye.

Serokwezîr hêviya xwe anî ziman ku Parlamentoya Iraqê jî vê budceyê pesend bike û ragihand, pesendkirina budceyê dê bibe destpêka pêwendiyeke avaker di navbera herdu hikûmetên Herêm û Federal, herwiha di navbera Bexda û parêzgehên din de jî, ji bo vejandina aboriya welat.

PÊWÎSTIYA IRAQÊ BI YASAYEKE NIŞTIMANÎ HEYE JI BO DOSYEYA PETROL Û GAZÊ

Derbarê mijara kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser dosyeya petrolê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir, piraniya kêşeyên berê, ji ber mijarên siyasî bûne û ew keş û hewaya erênî ku di gotûbêjên budceyê de dirust bûye, dikare hêsankariyê bike ji bo gihîştina rêkeftina bo pesendkirina yasayeke niştimanî ji bo dosyeya petrol û gazê, ku demek e Iraq xwedî yasayeke bi vî rengî nîne.

Serokwezîr destnîşan kir ku di dema borî de hinek reşnivîs hebûn, lê belê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve nehatin pesendkirin, ku vê jî ti pabendek dirust nekiriye, loma kilîta çareserkirina vê kêşeyê, derxistina yasayeke niştimanî ye, ku rengdana mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de li xwe bigre.

NIRXÊN HEVBEŞ ÊN AMERÎKA Û KURDAN HENE

Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Kurd û Amerîka xwedî nirx û prensîpên hevbeş in û ragihand, em ligel Amerîkayê hevpeymaneke sirûştî ne û em hêviya piştevaniya zêdetir û pêşveçûna zêdetir a pêwendiyên navbera me dixwazin.

Serokwezîr destnîşan kir ku Amerîkayê di rizgarkirina Iraqê ji rejîma dirindane ya dîktator de roleke mezin lîst, lê belê ji ber derbasbûna salan û kêmbûna asta beşdariyê, wisa kir ku karakterên din sûdê ji amadenebûna Amerîkayê werbigrin, ku ev jî alîkar nebû ji bo zêdetir pêşketinan.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku gelek derfet hene li Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana zêdetir a kompaniyên Amerîkayê ku dê sûda wê hevbeş ji bo herdu aliyan bibe, bi taybetî ku Herêma Kurdistanê bi samanên sirûştî û çavkaniyên mirovî, dewlemend e.

HÎN JÎ GEFA TERORÊ LI SER IRAQ Û NAVÇEYÊ MAYE

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser başbûna rewşa ewlehiyê ya ji gefên terorê li Iraq û Herêma Kurdistanê û vê yekê jî wek pêngaveke girîng û baş bi nav dike û ragihand, niha pêwendiyeke gelek baş di navbera hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraq Federal de heye, bi taybetî li ser asta operasyonên hevbeş, ji bo parastina zêdetir a asayîşê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji bo jiholêrakirina terorê, kar li ser sedemên wê were kirin, ku heta niha weke pêwîst nehatine çareserkirin, ji wan sedeman; hejarî, nedadperwerî, newekhevî. Herwiha destnîşan kir ku pêwîstiya xelkê bi xizmetguzarî û jiyaneke hêja heye.

Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku eger hikûmet pêwîstiyên xelkê xwe dabîn bike, girîngiyê bide wan û wan guhdarî bike, dê meyla xelkê jî ji bo alîkarîkirina rêxistinên terorîstî tunebe.