Peyamnêrê Kurdistan24ê xelata Serkirdetiya Ciwanên Cîhanê wergirt

Her sal di meha Adarê de û her carê li welatekî, merasîma xelata Serkirdetiya Ciwanên Cîhanê birêve diçe û hejmarek ciwan ji seranserê cîhanê piştî nirxandina kurtejiyana wan, ji aliyê encûmenekê ve têne hilbijartin.

Hewlêr (K24) – Her sal di meha Adarê de û her carê li welatekî, merasîma xelata Serkirdetiya Ciwanên Cîhanê birêve diçe û hejmarek ciwan ji seranserê cîhanê piştî nirxandina kurtejiyana wan, ji aliyê encûmenekê ve têne hilbijartin.

Rêxistina navdewletî ya nehikûmî "Parlamentoya Ciwanên Cîhanê" vê xelatê dibexşîne. Lijneyek heye di nav rêxistinê de ku ji heşt kesan pêk tê û erkê wê wergirtina kurtejiyan û nirxandina wan kesan ku ji bo wergirtina xelatê namzed in.

Li her welatekî, çend kes xelata Serkirdetiya Ciwanên Cîhanê werdigrin, ku bandora wan kesan li ser civaka wan di warê siyasî û aborî û civakî de heye.

Lijne piştî lêkolîn û lidûvçûna karên rojnamevanî yên Peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen ên li Yekîtiya Ewropayê û NATO û nirxandina kurtejiyan û belgeyên vîdeo û wêne û nûçe ku Barzan Hesen ji salên borî heta niha li ser wan xebitiye li Ewropayê, biryar da ku ew ji bo wergirtina vê xelatê were destnîşankirin.

Zêdetirî 10 sal in merasîma dabeşkirina xelatên Serkirdetiya Ciwanên Cîhanê têne dabeşkirin, sala borî li welatê Taylandê birêve çû, îsal li Dubay û biryar e sala bê jî li Brukselê were lidarxistin.

.
.
.
.