Li Mereşê bi hêza 4.2 erdhejeke din rûda

Li navçeya Andirin a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pileya 4.2 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Andirin a ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pileya 4.2 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4.2 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 12:25 xulekan de û 6,99 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Vê sibê jî di demjimêr 08:14 xulekan de li navçeya Goksun a ser bi parêzgeha Mereşê  7 kîlometre di bin erdê de erdhejekê bi pileya 4.6 rûdabû.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 49 hezar kesan canê xwe ji dest dan.