Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Alîkarî li zêdetir ji 12 hezar malbatên Efrînî hatine belavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî eşkere dike, di heyama mehekê de 57 barhilgirên alîkariyên mirovî derbasî Efrînê û gundên wê kirine, 12 hezar û 185 malbatan jî sûdê ji van alîkariyan dîtine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di raportekê de kar û çalakiyên xwe yên mehekê li Efrînê belav kir. Di raportê de hatiye, ji 10ê meha Sibatê û heta 10ê meha Adarê de, wan 57 barhilgirên alîkariyên mirovî derbasî Efrînê û gundên kirine, di vê heyamê de 12 hezar û 185 malbatan sûd ji van alîkariyan wergirtine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dibêje, tîmên wan cihê manê ji bo 1400 malbatên zinadîtîyên erdhejê li 25 gund û 4 nahiyan dabîn kirine.

Her wiha eşkere kir jî, tîmên wan yên tenduristî li wê deverê 7 hezar û 247 kes derman kirine, herwiha derman jî li ser wan belav kirine.

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê û gundên wê kir. 

Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî ziyan dîtine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh e ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Selamê re gihandin Efrînê û gundên wê û ji wê demê ve bi belavkirina alîkariyan li ser ziyandîtiyên erdhejê berdewam e.