Rewac Hacî: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di avakirina Cindirêsê de beşdar dibe

Rewac Hacî: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê çendîn projeyên mezin li Efrînê pêk bîne
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Dosyeya Bakur û Rojavayê Kurdistanê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewac Hacî radigihîne, di qonaxa bê de dê projeyên mezin ên avedankirinê li Efrîn û Cindirêsê dest pê bikin.

Berpirsê Dosyeya Bakur û Rojavayê Kurdistanê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewac Hacî beşdarî bultena K24ê bû û li ser çalakiyên Dezgehê got: “Piştî rûdana erdheja 6ê Sibatê, dimildest em wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û ji wir ve derbasî Efrînê bûn û me dest bi çalakiyên xwe yên xêrxwaziyê kirin û bi hawara ziyandîtiyên erdhejê hatin.”

Derbarê rewşa Efrînê de jî Rewac Hacî got: “Heta niha me zêdetir ji 57 kamyonên alîkariyan gihandin Efrîn û gundê wê û bi taybetî Cindirêsê, lê me bi hezaran kamyonên hêvî, vegerandina baweriyê û dilxweşiyê gihandin wan. Her wiha silavên Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî û Serokê Bordê Dezgehê Mesrûr Barzanî gihandin xelkê û baweriyeke baş jî ji wan re vegeriya.”

Li ser çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê, Rewac Hacî got: “Alîkariyên bilez û awarte dê heta 1ê Nîsanê berdewam bin, piştî wê jî dê projeyên mezin ên avedankirinê dest pê bikin û em ê beşdarî avakirina bajarokê Cindirêsê bibin ku ji sedî 80 wêran bûye û pêwîstiya wan bi dibistan û navendên tendirustiyê. Her wiha di avakirina malan de jî, em ê piştevaniya xelkê bikin. Em ê bi çalakiyên xwe li Efrîn û gundên wê berdewam bin.”

Rewac Hacî amaje bi rewşa Efrînê yê giştî kir û got: “12 sal in rewşa Efrînê gelekî xirab e û bare xelkê wê gelekî giran e, bi taybet bi hatine gelek koçberên ji Idlib û gelek cihên din bo Efrîn û gundên wê re ku hejmara koçberan du caran ji xelkê resen ê Efrînê zêdetir bûye.

Rewac Hacî tekezî li wê yekê kir û got: “Qonaxa bê ya sereke ya alîkarina bi xelkê Efrîn û Cindirêsê re, alîkariya avakirinê ye ku niha proseya perwerdehiyê li Cindirêsê rawestiyaye. Her wiha ligel wê jî alîkariya derûnî jî ji bo xelkê gerek e. Heta em bikarin jî, em ê li wir berdewam bin.”