HSDê 19 girtiyên DAIŞê serbest berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi navbênkarî û kefaleta eşîrên Ereb, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 19 girtiyên DAIŞê yên destên wan bi xwînê nebûne serbest berdan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Îro HSDê 19 kesên tometbar ku danûstandina wan bi rêxistina DAIŞê re hebûn serbest, bi kefaleta eşîrên hatin berdan.

Diyar kir jî, piştî lêpirsîna bi wan girtiyan re, ti belge tune bûn ku kuştin kirine.

Da zanîn jî, ew hemû girtî ji gundên rojavayê Dêrazorê ne û di çend operasyonên yekîneyên Hêzên Sûriya Demokratîk de hatibûn girtin.

Ji sala 2019an ve, HSD bi navbênkariya serokên eşîran bi sedan tometbarên DAIŞê yên destê wan bi xwîne nebûne serbest berdane.