Sûriyê: Di 24 demjimêran de 29 erdhej çêbûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Erdhejnasiya Niştimanî ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 29 erdhejên bi pileya kêmtir ji 4.1 li gorî pîvera Rîxterê hatine tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya navendê, erdhej bi vî awayî hatiye tomarkirin: 12 erdhej li Iskenderonê, 5 erdhej li başûrê rojhilatê Lazqiye li bejahiyê bi hêza ji 1,8 heta. 3.7 pileyan.

Her wiha di demjimêr 19.00’an de li bakurê Idlibê bi hêza 2.2 erdhejek pêk hat.

Li bejahiya Tirkiyeyê jî 11 erdhej çêbûn.

Navenda Erdhejnasiya Niştimanî ya Sûriyê amaje bi wê yekê kir ku rewşa niha dê li ber paşlerzeyên qels û navîn bimîne, ji ber ku rewşa tektonîk hêj negihîştiye asta aramiyê.