Mesrûr Barzanî: Em rê nadin ti kesekî rêya pêşketina Kurdistanê li me bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina otêla Hyatt Regency û Gulan Mall li Hewlêrê de ragihand, vejîna aboriya Kurdistanê dest pê kir û got: “Em rê nadin ti kesekî rêya pêşketina Kurdistanê li me bigire.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Adara 2023an gotarek di merasîma vekirina otêla Hyatt Regency û Gulan Mall li Hewlêrê de pêşkêş kir û got: “Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve diçe û aboriya wê gavên cidî diavêje. Em hêvîdar in ku bibe mînakeke serkeftî ya geşepêdana aboriyê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember vekirina her du projeyan nîşan da û got: “Cihê şanaziyê ye ku ev her du piroje di vê astê pêşkeftî de hatine encamdan. ”

Her wiha amaje bi wê yekê jî kir, ku DAIŞê “sebebê rawestan û paşxistina projeyan li navçeyê ye” û got: “Lê dema min bihîst ku xebatên li ser van projeyan berdewam in, wek tehedayekê bû li hember hêzên reş ên terorê, ku çawa Pêşmerge li eniya pêş şerê DAIŞê dikirin, her wiha veberhêneran jî li Kurdistanê projeyên xwe cibicî dikirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir jî ku ew rê nadin ti kesekê ku rêya pêşketinê li kurdistan bigirin.

Mesrûr Barzanî got: "Me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye ku em ê alîkariya sektora taybet bikin, ji bo ku hikûmet di warê giştî û taybetî de bêtir xizmetguzarîyan pêşkêşî welatîyên Herêma kurdistanê bike.”

Di beşeke din a gotara xwe de Swerokwezîr Mesrûr Barzanî got, ew hêvî dike ku veberhênan ne tenê li Hewlêrê, lê belê li bajar û bajarokên din ên Herêma Kurdistanê jî berdewam be û ew jî bikaribin xizmetguzariyê pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî destnêşan kir ku projeyên wiha ên veberhênanê dê rê li ber anîna geştyaran vebike û dê da alîkarîya vejandina aborîya Herêma Kurdistanê bikin û derfetên kar ji xelkê Kurdistanê re berdest bikin.

Li gorî gotina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dema ku hikûmet hêsankarîyê bi berhemhêneran û kompanyayan re bike, bi awayekî ne rasterast derfetên kar ji welatîyên Herêma Kurdistanê re peyda dibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha daxwaz ji balyozên welatan kir, ku piştî dîtina projeyên wiha kompanyayên welatên xwe han bidin, da ku bên û veberhênanê li Kurdistanê bikin.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de diyar kir ku hêviyên wan yên mezin hene ku Kurdistan ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, lê belê ji bo Iraq û navçeyê jî bibe mînakeke serkeftî ya vejandina aboriyê.