Barcelona Real Madrîd têk bir û cihê xwe di pêşengiya La Lîgayê de xurt kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Barcelonayê di “El Clasico” Îspanyayê de, hevrikê xwe yê mezin Real Madrîd bi encama (2-1) têk bir û gavek mezin ber bi yekalîkirina nasnavê La Lîgayê ve avêt.

Şeva borî di lûtkeya gera 26emîn a La Lîga ya Îspanyayê de, Barcelonayê li stadyuma Spotify Camp Nou mêvandariya Real Madrîd kir û bi encama (2-1) têk bir.

Real Madrîd destpêkê di xuleka (9) de bi “agirê dostane” golek tomar kir, ew gol jî bi riya parêzvanê Barcelona Ronald Araujo hat.

Lê Barcelonayê di xulekên (45 û 90) de, bi rêya her yek ji lîstikvanên xwe Sergi Roberto û Frank Kessê bersiv da.

Tîma Barcelona piştî vê serketinê pûanên xwe ji bo (68) bilind kir û di pêşengiya La Lîgayê de xurt kir û bi 12 pûanan ket pêşiya Real Madrîd.

Her wiha bi vê serkeftinê jî, Barcelona gavek mezin ber bi yekalîkirina nasnavê La Lîgayê ve avêt.

Barcelona di hemû pêşbirkên di dîroka “El Clasico” de ji 5 lîstikên xwe yên dawîn de 4 caran bi ser ket û bi vê yekê jî 100emîn serketina xwe di “El Clasico” tomar kir.