ENKS di peyama xwe ya Newrozê de tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) peyamek bi boneya hatina cejna Newrozê belav kir û tê de tekezî li ser wê kir: “Têgihîştin û lihevkirina Kurdan li Kurdistana Sûriyê li gorî rêkeftineke diyarkirî, tenê dê garantiya parastina herêmên Kurdî ji destwerdanên derve bike.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di peyama xwe de ragihand: “Her sal di 21ê Adarê de gelê Kurd li Kurdistanê û hemû herêmên wê, cejna Newrozê wek cejneke netewî pîroz dikin ku dîroka wê digihe efsaneya Kawayê hesinkar ê ku li dijî zordarî û stemkariyê serî hildaye û agir (agirê azadiyê) li serê çiyayên Kurdistanê vêxist, da ku dawiyê li serdemeke tar û kuştinê bîn. Ji wê demê ve jî, Newroz bûye roja azadî û aştiyê.

Di peyama ENKSê de hat: “Dijminên Kurdan bi siyasetên xwe yên cudaxwazî, koçberkirin û qirkirina etnîkî, gelek êş, karesat û komkujî anîne serê gelê Kurd. Heta gihîşt wê astê ku dijminan çekên qedexekirî bi kar anîn, wek ku çawa di sala 1988an de li Helebceya şehîd bi kar aniye. Tevî van hemû siyasetên sîstematîk ên li ser gelê Kurd, Lê rejîmên ku Kurdistanê parçe kirine, hertim nekarîne pêşî li vejîn û pîrozkirina cejna wê ya netewî bigirin.”

ENKS dibêje: “Gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê jî ji siyasetên bi armanca jinavbirina hebûna wê ya netewî û guhertina demografiya herêmên wê bêpar nebûye, wek projeyên (Kembera Erebî, Serjimêriya Awarte û siyasetên guhertina demografî di salên borî de), lê wî serî li ber van siyaset û projeyên şovenîstî neçemand û hebûna xwe ya niştimanî wek miletekî xwecihî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, parast. Her wiha gelê tekez dike jî ku çareseriya doza Kurdî li Sûriyê di wê yekê de ye ku ew dozeke niştimanî û doza hemû Sûriyan e.”

ENKS di beşeke din a peyama xwe de tekez dike, ti alternatîf ji çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê re, ji bilî biryarên navdewletî û bi taybetî biryara 2254 û derketina hemû artêş û milîsên biyanî ji Sûriyê, nînin.”

ENKSê di vê derbarê de jî tekez dike ku hewlên asayîkirina pêwendiyan û çareseriyên yekalî bi rejîmê re, nabin sedema çareseriyeke dadmend ji kirîza Sûriyê re, lê belê rejîmê dê zêdetir astengiyan li pêşiya her hewlek ji bo pêşvebirina proseya siyasî çêbike.

Derbarê yekrêziya navmala Kurdî de, ENKSê tekez dike ku ew pabend e bi bi belgeya gerentiyan a ku aliyê Amerîkî û serkirdeyê HSDê li ser îmze kirine. Her wiha ew di wê baweriyê de ye ku têgihîştin û lihevkirina Kurdan li Kurdistana Sûriyê li gorî rêkeftineke diyarkirî, tenê dê garantiya parastina herêmên Kurdî ji destwerdanên derve bike.

Her wiha ENKS pabendbûna xwe bi projeya niştimanî ya Kurdî bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî piştrast dike û soz dide ku ew ê ji bo parastina doza xwe ya dadperwer di hemû platformên navdewletî de dilsoz bimîne.

ENKS tekez dike jî, ti çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re, bê çareseriyeke dadmend ji doza Kurdî re pêk nayê.

ENKS di dawiya peyama xwe de jî, dilovanî ji hemû şehîdê Newrozê û şehîdên karesata erdheja wêranker a li Efrîn û Cindirêsê û tevahiya Sûriyê re xwast.