Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîr agirê Newrozê tê vêxistin
Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ahenga Newrozê li Parka Şaneder birêve diçe û agirê Newrozê tê vêxistin.
Îro Duşemê 20ê Adara 2023an, Serok Mesûd Barzanî li Parka Şaneder a li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê agirê Newrozê vêdixe.
Di ahenga cemawerî de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke mezin ji rayedarên hikûmî û hizbî û mêvanan û hejmareke mezin ji welatiyan, ahenga serê sala nû ya Kurdî 2723 li Parka Şaneder a Hewlêra paytext birêve diçe û agirê Newrozê tê vêxistin.