Nêçîrvan Barzanî: Azadî û destkeft berhemên ruhê Newrozê yê gelê Kurdistanê ne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi helkefta Cejna Newrozê de xwest ku di Newrozê de her kes bi malbat, xizm û hevalên xwe re têkiliya hezkirinê xurt bike.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya bi helkefta Cejna Newrozê de xwest ku di Newrozê de her kes bi malbat, xizm û hevalên xwe re têkiliya hezkirinê xurt bike û dibêje “Di asta siyasî de em Newrozê bikin firsendeke nû ji bo hevkarî, hevpejirandin û bi hev re karkirinê daku em bi yek dengî û yek helwest, li ser bingehê destûrê bi rêya diyalogê, pirsgirêk û nakokiyên Herêma Kurdistanê derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyamek vîdyoyî belav kir û cejna Newrozê li gelê Kurd ê li Kurdistan û hemû cîhanê, li malbatên şehîdan û hêzên asayîşê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Newroz cejna netewî ya Kurdan e. Cejna serketin, xwebawerî, serbilindî û rûmetê ye. Sembola vejîna ruhê kurdewarî, evîna jiyan û mirovatiyê ya kurdan û hemû gelê Kurdistanê ye. Bi Newrozê re azadî, hesreta jiyaneke bi rûmet û hêviya paşerojeke baştir di can, xwîn, dil û mejiyê her Kurdekî de nû dibe.

Weke her car agirê Newrozê bawerî û hêza me ji nû ve geş dike. Ji bo vê jî kurd têk neçûn û dê nebin jî. Ji ber ku her biharê bi roniyên ewil ên Newrozê re ruhê berxwedan, azadî û serfiraziyê li her Kurdekî zindî dibe.

Azadî û destkeftî berhema ruhê ku netewe û gelê Kurd bi Newrozê afirandiye ye. Bi can, xwîn, hêsir û têkoşîn û berxwedana bi dehan salan a şoreşgerên Kurd û Kurdistanî pêk hat.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Em hemû dilgirtin û zilma duh bi bîr tînin. Em hemû girtin, komkujî, sirgûn, şewitandin, êrîşên wêrankirinê, kîmyabaran, Enfal û qirkirinê bi bîr tînin û tu carî ji bîr nakin.

Lê ev hemû nekarîn vîna jiyan, azadî û bextewariyê ya Kurd û gelê Kurdistanê bişkînin! Ji ber ku bi pêxistina agirê yekem a her Newrozê re Kurd wê dîsa rabin ser piyan û bi hêztir dest pê bikin.

Di Newrozê de evîna azadî, ax û welat, evîna netewî di nav Kurd û gelê Kurdistanê de ji nû ve çêdibe. Ev raza hebûn û vejîna vî miletê zindî ye, ku çekên herî zalim û bi hêz ên serdemê jî nekarîn û nikarin têk bibin.”

Nêçîrvan Barzanî xwest ku di Newrozê de her kes bi malbat, xizm û hevalên xwe re têkiliya hezkirinê xurt bike û dibêje “Di asta siyasî de em Newrozê bikin firsendeke nû ji bo hevkarî, hevpejirandin û bi hev re karkirinê daku em bi yek dengî û yek helwest, li ser bingehê destûrê bi rêya diyalogê, pirsgirêk û nakokiyên Herêma Kurdistanê derbas bikin û pirsgirêkan çareser bikin.”

Herwiha got: “Bi vê minasebetê ez bang li aliyên Iraqî dikim ku bi hev re ji bo Iraqeke ku welatê me hemûyan be, bi ruhê Iraqeke netewî ku ji partî, netew, ol û mezheban derbastir be, kar bikin. Iraqeke ku aştî, aramî, serwerî, jiyan, rûmet, niha û paşeroj ji bo nifşên paşerojê were parastin. Em bi hev re dikarin Iraqê ji bo hemûyan bikin welatekî baştir.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêşketinên li gel hikûmeta Iraqê di rêyeke rast de çêdibin, ew gavên ku tên avêtin hêviyê dide û pêbaweriya di navbera alî û civakan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dê Iraqê bike welatekî bihêz, ewle û rêzdar.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Herêma Kurdistanê ji bo serxistina rojeva hikûmetê, proseya siyasî û prensîbên demokrasiyê li Iraqê li ser bingeha destûrê amade ye her cure alîkariyê pêşkêş bike.”

Herwiha diyar kir: “Coş û kelecana Newrozê nîşaneya ruhê jiyanparêz û aştîxwaz a Kurd û Kurdistanî ye.” Barzanî diyar kir ku kernevala ku li xwezaya xweş a Kurdistanê tê pîrozkirin, ji dil û can û aştî, bextewarî, pêkvejiyan û aştiyê tê.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Em wek Herêma Kurdistanê destê xwe yê biratî, pêkve jiyan, hevpejirandin û lêborînê dirêjî Iraq, welatên cîran, herêmê û hemû gel, netewe û civakên cîhanê dikin. Weke her car em ji her kesî re piştrast dikin ku em ê bibin hêmana aştî û aramiyê, parêzvanê yekîtî û berjewendiyên hevpar.”

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Newrozê li gel û neteweyan Newrozê pîroz dikin jî kir û got “ Em spasiya welatên dost, civaka navdewletî, dîplomat û rêxistinên navdewletî yên li Herêma Kurdistanê dikin ku piştgirî kirine. Em Newroza her kesî pîroz dikin.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de bang kir û got: “Ez ji we hemwelatiyên hêja daxwaz dikim ku hûn di rêwîtiyê de baldar bin. Paqijiya jîngehê û xwezaya xweş a Kurdistanê biparêzin. Rênimayên trafîkê bişopînin”