Mesrûr Barzanî: Nekarîn îradeya me bişkînin, ji ber ku pişta me bi Xwedayê mezin bihêz e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ahenga Newrozê ya li Parka Şaneder a li Hewlêrê diyar kir: “Hewl dan îradeya me bişkînin, nekarîn. Ji ber ku pişta me bi Xwedayê mezin qayîm e û Serok Barzaniyê me heye, herwiha me pişta xwe bi we xoşewîstan ve girê daye.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ahenga Newrozê ya li Parka Şaneder a li Hewlêrê diyar kir: “Hewl dan îradeya me bişkînin, nekarîn. Ji ber ku pişta me bi Xwedayê mezin qayîm e û Serok Barzaniyê me heye, herwiha me pişta xwe bi we xoşewîstan ve girê daye.”

Îro Duşemê 20ê Adara 2023an, bi amadebûna Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji balyoz û dîplomatkar û welatiyan, di ahengeke cemawerî de, agirê Newrozê hat vêxistin.

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ahenga Newrozê wiha ye:

Amadebûyên hêja

Mêvanên birêz

Balyoz û dîplomatkaran

Hûn hemû gelek gelek bi xêr hatin

Ez spasiya hemû amadebûyan dikim

Bihêlin ez bi navê we hemûyan, bixêrhatineke germ ji bo serwer û rêber û merciyê me Serok Barzanî bikim.

Newroz li Cenabê Serok û malbatên şehîdan û Pêşmergeyên Qehreman û li we hemû rêzdar û xoşewîstan pîroz be.

Newroz yekem roja sala nû ye, ango sirûşt jî nû dibe. Li vir em hemû li Kurdistanê şahidê wê yekê ne ku di van rojan de sirûşta Kurdistanê roj bi roj ciwantir dibe û li vir du daxwazên min ji we birêza û xoşewîstan hene.

Yek, ez hêvîdar im ku dema diçin seyranê û vê sirûşta ciwan dibînin, ez hêvî dikim ku hûn biparzin û pak û paqij bihêlin. Du, ez ji we daxwaz dikim ku pabendî rênimayên hatûçûnê bikin, da ku hûn xwe û kesûkarên xwe biparêzin.

Newroz sembola azadiyê ye, Newroz amajeya wê yekê ye ku miletekî zilmlêkirî bi ser zilmkaran bi ser ket, azadî û rizgariya gelekî çewisandî ye. Newroz ruhê tehediyê li gelê me bihêztir kiriye. Her ji destpêka Newrozê heta niha, em her dem rûbirûyî tehediyan bûne, lê belê me qet çok dananiye.

Di dema borî de em rûbirûyî çendîn tehediyan bûne, wan gelek hewl dan ku Kurdistan hilweşe, aboriya Kurdistanê hilweşe, nekarîn. Hewl dan seqamgîriya Kurdistanê têk biçe, nekarîn. Hewl dan îradeya me bişkînin, nekarîn. Ji ber ku pişta me bi Xwedayê mezin qayîm e û Serok Barzaniyê me heye, herwiha me pişta xwe bi we xoşewîstan ve girê daye.

Me hemû hewlên xwe daye, da ku kêşeyên xwe yên ligel hikûmeta federal çareser bikin û îradeyeke me ya bihêz heye ji bo çareserkirina hemû wan kêşe û giriftan. Pêngavên baş jî hatine avêtin, da ku ew kêşe werin çareserkirin. Me ligel Serokwezîr kariye pêngavên baş biavêjin û rêkeftina destpêkê bikin li ser piraniya wan mijaran, ez hêvîdar im hemû wan babetên ku mane, di demeke nêz de werin çareserkirin.

Em li ser wê yekê bawer im ku em bi hev re dikarin bikin, bi cudabûnê û bi sengergirtinê nikarin, loma ez hêvîdar im her hemû bi hev re hemû hewlên xwe bidin ji bo xizmetkirina xelkê xwe li Kurdistanê û li hemû Iraqê.

Xwişk û birayên birêz

Li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî, we dîtiye ku demek e hinek kêşe hebûne, lê belê eger îradeya baş hebe em dikarin wan kêşeyan jî çareser bikin. Min îro di peyama xwe de jî daxwaz kir ku birêzên tîma YNKê vegerin civînên Encûmena Wezîran, ez dîsa li vir dubare dikim ku vegerin û em hemû di asta berberpirsyarî û wê baweriyê de bin ku we daye me. Tiştê li ser me wacib e ew e ku em xizmeta we bikin, me soz daye we û me sond xwariye ku em xizmetkarên we yên rasteqîn bin. Ez hêvîdar im Xweda alîkariya me bike ku em berdewam di xizmeta we xoşewîstan de bin.

Careke din Newroza we hemûya pîroz be.