Li Duhokê çend kes li ser teqekirinê hatin desteserkirin

Polîsê Duhokê ragihand, du kes desteser kirine ku di çarçoveya ahengên pêşwazîkirinê yên cejna Newrozê de teqe kirine, herwiha fermana desteserkirinê derbarê çend kesan de derçûye.

Duhok (K24) – Polîsê Duhokê ragihand, du kes desteser kirine ku di çarçoveya ahengên pêşwazîkirinê yên cejna Newrozê de teqe kirine, herwiha fermana desteserkirinê derbarê çend kesan de derçûye.

Berdevkê Polîsê Parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman di daxuyaniyekê de eşkere kir: “Tevî peyamên hişyariya polîsan, çend kesan ji bo nîşandana kêfxweşiyê di ahengên pêşwazîkirina cejna Newrozê de li Duhokê teqe kirine, piştî lidûvçûnê, hêzên polîs du kes desteser kirin.”

Hêmin Silêman herwiha eşkere kir: “Bi heman tohmetê, fermana desteserkirinê ji bo çend kesên din derçûye, ku ji aliyê hêzên polîs ve hatine nasîn.”