PAK, PSK û TDK-Tevger li Qada Şêx Seîd Newroz pîroz kirin

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Sosyalist a Kurdistan PSK û Tevgera Demokratên Kurd TDK-Tevger li Kada Şêx Seîd a Diyarbekirê, ji bo pîrozbahiya Newrozê civîyan.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li seranserê Kurdistanê û diasporayê Kurd û Kurdistanî  pîrozbahiyên Newrozê dikin. Li Diyarbekirê jî Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Sosyalist a Kurdistan PSK û Tevgera Demokratên Kurd TDK-Tevger li Kada Şêx Seîd a Diyarbekirê, ji bo pîrozbahiya Newrozê civîyan û bi vekirina Ala Kurdistanê dest bi daxuayniya pîrozbahiya Newrozê kirin.

Dema ku daxuyanî berdewam dikir, hêzên ewlehiya Tirk xwestin dest deynin li ser Ala Kurdistanê, lê piştî ku çalakvanan Ala Kurdistanê nedan jî demkî rakêşî çêbû.

Berdevekê PAKê Hanîfî Turan bertek nîşanî helwesta hêzên ewlehiyê yên Tirk da û da bibîr danîn ku Serokomarê Tirkiyê bi vê Alayê pêşwaziya Rêvebirên Herema Kurdistanê kiriye û helwesta ku hat nişandan jî wek bê tehemuliya li hember nasname û nirxên Kurdan pênase kir.

Partî û rêxistinên Kurd bal kişandin ku ji ber îsa l ili abjêrên bakûr, qarasata erdhêjê û lehiyê buye sedema bi deh hezaran cangoriyan, bi dile şînî pêzwaziya pîrozbahiyên Newrozê dikin. Bang û daxawaz hat kirin ku piştgriyên ji bo biberketiyên li deverên erdhêjê berdewam bike.