ENKS komkujiya Cindirêsê şermezar dike û daxwaza cezakirina tawabaran dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kuştina 4 welatiyan li Efrînê ji ber vêxistina agirê Newrozê, bi tundî şermezar kir û ragihand, divê tawanbarên kuştina welatiyên Kurd werin darizandin.
Li Efrînê çar kes ji ber vêxistina agirê Newrozê hatin şehîdkirin
Li Efrînê çar kes ji ber vêxistina agirê Newrozê hatin şehîdkirin

Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kuştina 4 welatiyan li Efrînê ji ber vêxistina agirê Newrozê, bi tundî şermezar kir û ragihand, divê tawanbarên kuştina welatiyên Kurd werin darizandin.

Duh Duşemê 20ê Adara 2023an, li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê grûpa Ehrar El Şerqiye, ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd ên ji malbata bi paşnavê Pêşmerg barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

ENKSê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Encûmena Niştimanî ya Kurdî vê tawana terorîstî bi tundî şermezar dike û daxwazê ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê dike ku bi helwesteke eşkere vê tawanê şermezar bike û tawanbar li dadgeheke navdewletî ya serbixwe werin darizandin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji Tirkiyê jî dike ku helwestek nîşan bide û vê tawana terorîstî şermezar bike û tawanbarên wê bûyerê dadgehî bike, ji ber ku di pratîkê de Tirkiye li wê deverê desthilat e.

Herwiha bang li civaka navdewletî jî hatiye kirin ku vê tawanê şermezar bikin û lêpirsînê derbarê tawanbarên vê bûyerê de bikin.

Roja 20ê Adara 2023an, li navçeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê grûpa Ehrar El Şerqiye, ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Jêderekî ji navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ji Kurdistan24ê re ragihand, çend kesan ji malbata Pêşmerg ji bo pîrozbahiyê, agirê Newrozê vêxistin, ji ber vê yekê çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye gulle li wan barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û çend kes jî birîndar in.

Navên kesên ku di êrîşê de şehîd bûne ev in: Ferhan Osman (43 salî), Mihemed Osman (42 salî), Îsmaîl Osman (38 salî) û Mihemed Îsmaîl Osman (18 salî).