Êrîşkerên ku li Cindirêsê 4 Kurd kuştibûn hatin desteserkirin

Êrîşkerên tawana Cindirêsê
Êrîşkerên tawana Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa bi navê “Tevgera Rizgarî û Avakirinê” ku di nav rêzên Artêşa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de kar dike, îro ragihand, wan îro Sêşemê karîn tawankarên ku di kuştina welatiyên Kurd li Cindirêdê de beşdar bûne, desterser bikin.

Tevgera Rizgarî û Avakirinê di daxuyaniyeke vîdyoyî de da zanîn, hêzên wan îro danê êvarê avêtin ser malekê li Cindirêsê û 3 kesên ku beşdarî tawanê bûne girtin.

Da zanîn jî, ew ê tawanbaran radestî aliyên pispor bike, ta ku cezayên xwe yên dadmend werbigirin.

Kesên hatine desteserkirin:

- Omer Salih El-Esmer, sala 2000 li gunewarê Dêrazorê ji dayik bûye û li Kampa Cindirêsê dijî.

- Hebîb Elî Xelef, sala 2004an li gundewarê Dêrazorê ji dayik bûye û li Kampa Cindirêsê dijî.

- Bîlal Ehmed El-Ebûd sala 2000 li Dêrazorê ji dayik bûye û li Kampa Cindirêsê dijî.

Duhî êvarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, grûpa Ehrar El Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Îro jî termên her 4 welatiyên bi beşdariya hejmareke mezin ji xelkê Efrînê û ala Kurdistanê li goristana Cindirêsê bi xakê hatin spartin. Gelê Efrînê di Merasîma bixakspartinê de nerazîbûna xwe ji ber vê tawanê nîşan da û siloganên “Bila çekdar derkevin” “Azadî” û “Efrîn a Kurdan e” avêtin.