Îsraîl bi mûşekan êrîşî Firokxaneya Helebê ya Navdewletî dike

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê bi mûşekan êrîşî Firokxaneya Helebê ya Navdewletî kir û di encamê de ziyanên madî giheştin firokxaneyê.

Jêderekî leşkerî ji “SANA” re ragihand, îro berbangê demjimêr 03:55 Îsraîlê ji aliyê Deryaya Sipî ji rojavayê Laziqiyê ve bi çend mûşekan êrîşî Firokxaneya Helebê ya Navdewletî û derdora wê kir û di encamê de ziyanên madî giheştin firokxaneyê.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir, di encama êrişê de “hinek ziyanên madî li firokexaneyê çêbûne.”

Roja 7ê Adarê jî, Artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kiribû û ev yek jî bû sedem ku firokexane çend rojan ji xizmetê derkeve.

Ji sala borî ve, Îsraîlê êrîşên xwe li ser firokexaneyên Sûrî zêde kiriye, bi armanca ku xetên asmanî yên ku Îranê ji bo gihandina çekan bo hevalbendên wê yên Sûrî û Lubnanî bi kar tîne, asteng bike.