Li Newroza Diyarbekirê 350 kes hatin desteserkirin

Dîmenek ji Newroza Diyarbekir
Dîmenek ji Newroza Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di pîrozbahiyên Newrozê de zêdeyî 350 kesan hatin binçavkirin.

Baroya Diyarbekirê derbarê aloziyên ku di pîrozbahiya Newrozê de derketine daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de ragihand, gelek ji wan girtiyan, ji ber cil û bergên xwe yên neteweyî hatine binçavkirin ku ev jî li dijî yasa û azadî û mafên demokratîk e.

Herwiha tekez kir ku gelek welatiyên ku dixwestin bi kincilûbergên xwe yên netewî beşdarî ahenga Newrozê bibin ji aliyê polîsan ve rastî astengiyan hatin û rê nedan ew derbasî qada Newrozê bibin.

Baroya Diyarbekirê da zanîn ku ew proseya binçavkirina welatiyan dişopînin û ragihand, di pîrozbahiya Newrozê de 350 kes hatin binçavkirin ku di nava wan parêzerek û 50 zarok hene.

Roja 19ê Adarê li Newroza Stenbolê jî zêdetir ji 224 kesan hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan.