Ala Kurdistanê li bajarê Binghamton ê ser bi New Yorkê ve hat bilindkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsal li bajarê Binghamton li Wîlayeta New Yorkê, revenda Kurdî bi hevkarî û piştevaniya şaredariya bajêr, ala Kurdistanê ligel alên wîlayetê û Amerîkayê li ber şaredariya bajêr bilind kirin.

Di vê boneyê de Şaredarê Binghamtonê Gerd Crum di gotarek de pîrozbahiya Newrozê kir, behsa rola baş a revenda Kurdî li bajêr kir û tekezî li ser piştevaniya Kurdistanê kir.

Piştre nûnerên revenda Kurdî li Binghamtonê bi alîkariya şaredariyê Ala Kurdistanê bilind kirin û Newroz pîroz kirin.

Çalakvan Rêdwaz Zêbarî derbarê vê pêngavê de ji K24ê re got: “Em wek Kurdên dîasporayê bi hevkariya şaredariya bajêr, wek rêzgirtin ji cihêrengiya bajarê xwe û çanda Kurdî û cejna Newrozê, wek cejneke netewî û sembola vejîna têkoşîna azadiyê ya Pêşmerge pîroz dikin. Em plan dikin ku di salên pêş de vê fîstevalê bi asteke mezintir bikin.”

Bajarê Behnghamton ser bi bajarê New Yorkê ve ye û zêdetirî 200 malbatên Kurd lê dijîn ku piraniya wan ji Başûrê Kurdistanê ne.