Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind serîlêdana 11 nemzedên Serokomariyê qebûl kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind serîlêdana 11 kesên ku dixwazin bi piştgiriya 100 hezar dengdêran bibin namzedê Serokomariya Tirkiyeyê, qebûl kir.

Biryar e di 14ê Gulanê de hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê bi rê ve biçe û Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind jî biryarê li ser 18 serîlêdanên namzediyê da û serîlêdana 11 kesan qebûl kir.

Li gor biryarê 11 kes heke 100 hezar îmzeyên dengdêran bikaribin berhev bikin, dikarin mafê beşdarîkirina hilbijartinan bidest bixin.

Li Tirkiyeyê, namzedên partiyên ku li parlamentoyê firaksiyona wan heye an jî di hilbijartina borî de zêdetir ji sedî 5 deng anîne, an jî her kesê ku 100 hezar îmzeyên dengdêran berhev kirine, dikarin mafê namzediyê bidest bînin.