Dadgeha Destûrê serîlêdana HDPê ya ji bo paşxistina doza girtina red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Destûrê serîlêdana HDPê ya ji bo paşxistina doza girtina wê piştî hilbijartinan red kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 15ê Adarê da ku doza girtina wê piştî hilbijartinan bi rê ve biçe, serî li Dadgeha Destûrê dabû. Lê Dadgeha Destûrê daxwaza HDPê red kir.

Biryar e parastina devkî ya di çarçoveya dosyaya girtina HDPê de roja 11'ê Nîsanê birêve biçe.

Cîgirê Hevserokê HDPê Serhat Eren di derbarê mijarê de ragihand, ew dê birayara destûrê di Civata Rêveberiya Navendî de gotûbêj bikin û helwesta xwe ya di derheqê dozê de piştî wê civînê rabigihînin.

Biryara dadgehê di demekê de ye, kêmtir ji du mehan ji hilbijartinên Tirkiyeyê re maye û HDPê ji ber tirsa girtinê biryar dabû ku li ser navê partiyekê din beşdarî hilbijartinan bibe.