Balyoza Amerîka li Iraqê daxwaza tedbîrên bilez ji bo parastina çavkaniyên avê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski got, çemên Dîcle û Firatê yek ji şaristaniyên herî mezin dane cîhanê û daxwaz dike ku tedbîrên pratîkî û bilez ji bo parastina çavkaniyên avê werin girtin.

Alina Romanowski bi boneya Roja Cîhanî ya Avê tweetek belav kir û nivîsî: "Em îro Roja Cîhanê ya Avê pîroz dikin. Bi hezaran sal berê çemên Dîcle û Firatê sûd ji gelên herêmê re anîn û yek ji mezintirîn şaristaniyên cîhanê da me.”

Her wiha Balyozê Amerîka li Iraqê daxwaza tedbîrên lezgîn ji bo parastina çavkaniyên avê di vê rewşa dijwar de kir.

Ji sala 1993’an ve 22’ê Adarê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve weke Roja Cîhanî ya Avê hatiye naskirin.