Rapirsî: Deshilat dengê xwe winda dike û partiyên opozîsyon jî zêde dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji hilbijartinên Tirkiyeyê re kêmtir ji du mehan dem maye û kompyayan rapirsînê hewleke ciddî didin ku rengê dengê welatiyan bizanin. Piraniya kompanyayên rapirsînê eşkere dikin ku deshilat dengê xwe bi rêjeyeke diyar ji dest dide û partiyên opozîsyonê jî dengên xwe zêde dikin. AK-Partî li gor hilbijartina 2018ê dengê xwe ji sedî 8 kêm kiriye û ev jî serkeftina Tayyîp Erdoganî ya di hilbijartinên Serokoamariyê de zehmet dike.

Li gor encamên nîvekiya heft rapirsînên ku di meha Sibatê de hatine kirin, AK-Partî ji sedî 34.3 deng werdigire. Her çend e AK-Partî dîsa partiya yekemîn be jî, li gor hilbijartina borî ji sedî 8.3 deng kêm kiriye.

Partiya Gel a Komarê CHP jî dibe partiya duyem û dengên wê ji sedî 25 e. Lê CHPyê dengên xwe ji sedî 2.7 zêde kiriye.

Iyi-Partî jî ji sedî 13.5 deng werdigre û dengên xwe ji sedî 3.5 zêde dike. Lê vir divê mirov tekez bike ku, ev e rapirsînên Sibatê ne û di meha Adarê de dema ku berbijêriya Kemal Kiliçdarogluyî dihat gotûbêjkirin helwesta neyînî ya Meral Akşenerê beşek dengdêrên wê nerazî kiribû û lewma egereke mezin e ku dengên Iyi-Partiyê kêmtir, yên CHPyê zêdetir bin.

HDP jî ji sedî 10.3 deng bidest dixe lê li gor hilbijartina borî ji sedî 1.4 kêm dike.

Partiya ku dengên xwe bi dijwarî kêm kiriye jî Partiya Tevgera Neteweperest MHP ye. Lewra dengên wê ji sedî 11.1ê daketiye 6.9ê ango mirov dikare bibêje MHP nêzikê nîvê dengên xwe kêm ji dest daye.

Li gor vê rapirsînê heke dengdêrên partiyan di hilbijartinên Serokomariyê de jî xwedî heman helwestê bin, deshilata Erdoganî ya 21 salan dawî dibe.

Ji ber ku dengên partiyên opozîsyonê ku di bin Hevpeymaniya Milletê de bûne yek, zêdetir in ji dengên Hevpeymaniya Cumhur.

Li vir partiya kilît HDP ye û wê jî heta niha biryara xwe nedaye ka dê piştgiriya Kiliçdarogluyî bike an na. Lê mirov ji peyamên Kiliçdarogluyî yên piştî serdana HDPyê bi hêsanî fêhm dikir ku gihiştine rêkeftinê.