Ferhad Encû: Eger HDP namzedê xwe destnîşan bike, şikestina Erdogan zehmet dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Şaxa Stenbolê ya HDPê Ferhad Encû radigihîne, eger HDP namzedê xwe ji bo serokomariya Tirkiyê destnîşan bike, dê şikestina namzedê tifaqa Cumhur Recep Teyip Erdogan zehmet be.

Hevserokê Şaxa Stenbolê ya HDPê Ferhad Encû îro 22ê Adara 2023an ji K24ê re got, eger ew namzedê xwe ji bo hilbijartinên serokomariyê destnîşan bikin, şikestina Erdogan di gera yekemîn de dê zehmet be. 

Tekez kir jî, ew ti namzedekî xwe destnîşan nakin û armanca biryara wan ew e ku Erdogan di gera yekemîn de şikestinê bîne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kuridstanê ji bo hilbijartina serokomarî û yên parlementeriyê ji du mehan kêmtir dem maye û Tifaqa Ked û Azadiyê ku serkêşiya wê HDP dike piştî hevdîtinên ligel pêkhateyên tifaqê û hevdîtina ligel namzedê tifaqa Milet yê Serokkomariyê Kemal Kilcdaroglu, biryara xwe ya bo namzediya serokomariyê yekelî kir.

Li ser navê Tifaqa Ked û Azadiyê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li Enqerê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ê di hilbijartinan de namzedê xwe yê serokomariyê nîşan nekin û ew ê hewl bidin ku deshilata heyî û serokomarê heyî di hilbijartinê de têk bibin.