Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêşwazî li Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu spasiya Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed kir ku di dema erdheja 6ê Sibatê de alîkariya ziyandîtiyên erdhejê kir.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed îro li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu re civiya.

Di vê derbarê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu li ser twîtterê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Ji ber piştgirî û piştevaniyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku piştî erdhejê hatin alîkariya me, me spasiya Serokê Dezgehê Mûsa Ehmed Barzanî kir.”

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî ji roja yekem de alîkariyên mirovî derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin û bi hawara ziyandîtiyên erdhejê hat.