Peyamek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya meha Remezanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, ji Xwedayê mezin û mîhreban hêvî dike ku meha pîroz a Remezanê, bibe havêna xêr û xweşî û xweşguzeranê ji bo Herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin û mîhreban hêvî dikim, ku dua û nimj û rojiya her kesî qebûl bike û meha Remezanê, bibe havêna xêr û xweşî û xweşguzeranê ji bo Herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî