Serok Barzanî: Daxwaz ji Xwedayê mezin dikim ku meha Remezana pîroz ji bo hemû aliyan bibe hêvana xêr, bereket û ronahiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz peyamek belav kir û tê de ragihand, pîrozbahî li mislimanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: Ji Xwedêyê mezin hêvîdar im, meha Remezanê bibe hêvana xêr û bereket û ronahiyê ji bo her aliyekî.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedêyê Dilovan ê Mîhreban
Bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz, pîrozbahiyê li milslimanên Kurdistanê, Iraq û hemû cîhanê dikim.
Ji Xwedêyê mezin dawakar im îbadet û niza û rojiyên hemûyan qebûl bike û meha Remezanê ya pîroz bibe hêvana xêr, Bereket û ronahiyê bo her aliyekî ye.
Mesûd Barzanî
29ê Şeibanê 1444
22ê Adara 2023