Mala Hêmin Mukriyanî li Mehabadê bû muzexane

Navenda Nûçeyan (K24) – Mala helbestvan û kesayetiya navdar a Rojhilatê Kurdistanê Hêmin Mukriyanî li Mehabadê bû muzexane. Ew li ser daxwaza malbatê hat nûjenkirin û bi navê Serayê Hêmin Mukriyanî bû muzexane û tê de kelûpelên şexsî û destnivîsên kevin ên nivîskar û hunermendên Mehabadê tê de hatine danîn.

Rêveberê Muzexaneya Hêmin Mukriyanî Selah Payanyanî ji K24ê re ragihand: “Berhem û destnivîsên wan kesayetan ku nasnameya çandî ya Mehabadê ne, di muzexaneyê de têne parastin.”

Bi sedan pirtûk û destnivîsên nivîskar, helbestvan û hunermendên Mehabadê li Seraya Hêmin Mukriyanî hatine danîn ku ji hin ji wan tenê çapek jê heye û buhayeke wê ya manewî ya mezin heye. Malbatên van kesayetan jî alîkariya muzexaneyê dikin û destnivîs û kelûpelên şexsî yên van kesayetan hem ji bo parastinê û hem jî ji bo pêşandanê radestî Seraya Hêmin Mukriyanî dikin.

Li Muzexaneya Hêmin Mukriyanî, kelûpelên şexsî û destnivîsên kevin ên Hêmin Mukrianî, Hejar Mukriyanî, Ehmedê Qazî, Mihemedê Qazî û Mihemed Mamlê hatine danîn.

Mihemed Emîn Şêxulîslamî Mukrî, bi navê Hêmin Mukriyanî tê naskirin. Helbestvan, nivîskar û wergêrekî navdar bû. Hêmin di Buhara 1921an de ji dayîk bû û 14ê Nîsana 1986an de li Urmiyê koça dawiyê kiriye.