Erdogan: HDP ji destpêkê ve hevpeymanê heftemîn a Maseya Şeşalî bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser helwesta HDPê ya diyarnekirina namzedê serokomariyê ragihand, HDP ji destpêkê ve hevpeymanê heftemîn a Maseya Şeşalî bû.

HDPê ku biryar girtiye di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê namzedê xwe destnîşan neke. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser vê helwesta HDPyê axivî got, HDP ji destpêkê ve hevpeymanê heftemîn a  Maseya Şeşalî bû, lê di binê maseyê de hatibû veşartin. HDP bi biryara destnîşannekirina namzedê xwe, ji binê maseyê derketiye serê maseyê.

Erdoganî tekez dike ku, PKK û HDP yek tişt in û xalên hevbeş ên HDPê û CHPê jî gelek in.

Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê û namzedê tofaqa Cunhur di hilbijartinên serokomariyê de piştî wê tê, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li Enqerê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew ê di hilbijartinan de namzedê xwe yê serokomariyê nîşan nekin û ew ê hewl bidin ku deshilata heyî û serokomarê heyî di hilbijartinê de têk bibin.