Malbata zarokê 14 salî Yûsûf Dîken daxwazin polîsên li kurê wan daye bên cezakirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Licê ya navçeya Diyarbekirê, êvara 21’ê Adarê roja Newrozê, zarokekî 14 salî yê bi navê Yûsûf Dîken, ji ber êşkenceyên ku lê hatine kirin, li newalekî xalî hatiye dîtin. Piştî ku Yûsûf ji bo nexweşxanê tê veguhastin û tê hişê xwe jî, ew tundî wehşetên ku lê hatine kirin, ji bo malbat û parêzvanên mafên mirovan behs dike.

Yûsûf Dîken ê 14 salî, şeva borî, yanî êvara roja Newrozê, piştî ku ji pîrozbahiyên Newrozê derdikeve bi hevalekî xwe re ber bi mala xwe ve diçe, lê li gor agahiyên ku wî behs kiriye.  4 polêsên di seyareke zirpoşî de, wî û zarokê 10 salî yê li gel wî desteser dikin, piştre, zarokê 10 salî berdidin û Yûsûf dibin nav zeviyeke ji bajêr dûr û xalî û dest bi êşkenceyên derûnî û fizîkî lêkirinê dikin.

Dayîk û bavên Yûsûf jî radigihînin ku ew van kiryaran qebûl nakin û daxwaz dikin ku demildest kiryar û berpirsên van buyeran bên cezakirin.

Bavê Yûsûf, Yilmaz Dîken ji K24ê re got: “Li Licê çûbû pîrozbahiya Newrozê. Dema k udi ber agirê Newrozê de derbas dibin, polê bera ser zarokan didin û kurê min jî direve. Hêj zarokê 14 salî ye. Vana wî digirin û 4-5 km dibin derveyî Licê. Li wê derê bi kuntaxa çekan wî didin ber lêdanan û gotinên xirab. Bi lêdanê wî perişan din ku zarok ji ser hişê xwe çûye. Piştî ji ser hişê xwe diçe jî deste wî yê rastê wiha bi ser çavên wî ve gire didin. Wî tînin, diavêjin newala ku li rû lojmanên leşkeri yên li navenda Licê derbas dibe û diçin.

Dayika Yûsûf, Naşîde Dîken jî dibêje: “Min telefonî wî dikir nedikir, ez nikaribûm bigihêmê. Min çiqas telefon kir, wan digirt. Piştî 2 demjimêran, telefona min lêket, gencekî bû. Got xuşkê hûn li ku ne? min got: ‘ez li Amedê, hatime nexweşxaneyê.’ Wî jî Got: rewşa Yûsûf wiha wiha ye, polêsan wî girtiye û perişan kirine.’ Yanî 4 polêsên sivîl bûne û bi kuntara tifingan û her awayî êşkence lê kirine. Ez vê zilmê qebûl nakim û ezê li dû mafên zarokê xwe bim.”

Yûsûf Dîken niha li Diyarbekirê, di bin çavdêriya tenduristî de, tedawî dibîne û di çav û guhên wî de xesarên giran çê bûne. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ku serdana malbatê û Yûsûf kirin jî da zanîn ku ewê şopînerê dozên ku bên vekirin bin.

Parêzerê Yûsûf Dîken, Ramazan Karaalp ji K24ê re got: “Yûsûf hêj zarokekî 14 salî ye. Tiştên ku li hember Yûsûf hatine kirin, tawanên rûreşî û şermezariyê ne. Emê hem wek Baro, hem wek komisyona Mafên Mirovan û hem jî li ser navê malbatê doz vekin û ji bo ku tawanbarên ku hem nijadpersetî kirine, hem jî êşkenceyên derûnî û fizîkî kirine bên cezakirin, wan dozan heta dawîyê bibin. Ji zarokekî Kurd re, gotine ku bibêje: ‘Ez Tirk im, çêrî Kurdan bike, Tirkperestî pîroz bike û ji bo Tirkan dia bike. Heger tu van tiştên me kirine, ji yekî re bibêjî emê te bikujin. Yanî bi ser Yûsûf de dijminahî û kîn a xwe ya li hember Kurdan pêkanîne. Sedema ku van buyerên rûreşî bedewam dikin jî bêcezahiştina van tawanbara ye.”

Malbata Yûsûfê 14 salî, çaverê ne ku demildest kiryarên vê bûyerê bên desteserkirin û cezakirin û hemû mafên wan bên dabîn kirin.