PAK: Em bangî hevpeymaniya navdewletî dikin da ku Cindêris û Efrînê biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxuyaniyek derbarê êrîşa şeva Newrozê li Cindirêsê ya ku tê de 4 welatiyên Kurd hatin şehîdkirin de belav kir û ragihand, “Em van êrîşkerên terorîst û nîjadperest û yên li pişta wan in, rûreş dikin. Em dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serê Kanîyê carek din protesto dikin.”

Daxyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:

Hêzên tûndrew ku bi ser Tirkîyeyê ne ev 5 sal e, di serî de Efrîn, Cindirês, Serê Kanî, li hemû herêma Çiyayê Kurmênc terorek mezin dikin. Xelkê dikujin, dest datînin ser malê wan.

Tu heq û hiqûq li herêmê tune ye. Çeteyên Erebên terorîst hêza xwe ji piştevanîya Tirkîyeyê digirin. Du serokê DAIŞê li wan herêmên ku wek fîîlî di bin îşgala Tirkîyeyê de ne, lê hêzên Erebên fundementalîst û terorkar rêvedibin da xwe veşartibûn ku DYA ew bêtesîr kirin.

Piştî erdhejê rewşa jiyanê hîn xerabtir bûye, alîkarîya diçe wan herêmên erdhej lê çêbibû, bi edalet belav nabe. Jixwe xelkê herêmê ji xwarin û ava paqij bêpar bû, nuha, cîh tune lê razên.

Di van şerdên giran dea jî xelk bi dilê rehet nikare nefes bigire. Roja êvara Newrozê malbateke Kurd, li ber mala xwe dema agirê Newrozê vêdixin, grûbeke çekdarên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ew gulebaran kirin û di encamê da ji vê malbatê 4 kes hatin qetilkirin. 3 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê yek ji wan rêxistinên terorîst yê ku ji Dewleta Tirkiyeyê alîkarî û piştgirîyê digirin e.

Em van êrîşkerên terorîst û nîjadperest û yên li pişta wan in, rûreş dikin. Em dagirkirina Efrîn, Girê Sipî û Serê Kanîyê carek din protesto dikin.

Gelê Cindêrisê ne bi serê xwe ye. Em bi dil û ruh bi wan ra ne .

Ruhê yên di vê êrîşê da şehîd ketine şad, cîhê wan biheşt be. Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin.

Em bangî Netewên Yekbûyî û Hêzên Hevpeyman dikin da ku dest deyne ser herêmê û heta pirs çareser dibe, revebiriyeke mirovî tesîs bike.